Emre Ilıkan
24 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2025
Ava Gola Erçekê ku li Wanê weke "Bihuşta Çûkan" tê binavkirin û yek ji girîngtirîn ciyê çûkên koçber e, di 30 salan da ji ber hişkesaliyê û zêdebûna germahiyê kêm bûye.
Ji ber kêmbûna baranê û germa zêde, li deverên peravê yên golê kêmbûneke mezin ya avê tê dîtin û vekişîn gihîştiye bi sedan metreyan.
Wêneyên deverên peravê yên bûne weke çolê û jîngehên çûkan ku av kêm dibe, hat kişandin.
Dr. Mustafa Akkuşê Hîndekarê Fakulteya Masîvaniyê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê, guhertinên di golê da ji wêneyên ji peyka Landsatê hatine wergirtin lêkolîn kir.
Di lêkolînê da hat dîtin gola ku ji ber demên hişk yên dirêj û zêdebûna germê deverên wê yên peravê bêber bûne, di navbera 31ê Îlona 1995an û 31ê Îlona 2025an da heya 6 kîlometreçargoşeyan rûber winda kiriye.
Akkuş ji nûçegihanê Ajansa Anadoluyê (AAyê ra got ku Gola Erçekê ku wekî "herêmeke hesas ku bi tundî were parastin" hatiye destnîşankirin, hêdî hêdî piçûk dibe.
Dr. Mustafa Akkuş destnîşan kir ku germahî û kelekel û germa havînê ya zêde dibin sedema kêmbûna avê.