Türkan Tosun
09 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2015
VAN
Avgurma Muradiyeyê ya li Muradiyeya navçeya Wanê qeşa girt.
Avgurma Muradiyeyê ya ku li ser çemê Bendîmahiyê ye, hemû demsalan xwedî dîmeneke xweş e û balê dikşîn e.
Ji ber ku hefteyeke germahiya hewayê bişev di bin sifirê de dakete 15 pileyan, avgurmê qeşa girt. Dîmena avgurmê ya qeşa girtî dîmenek xweş derxist holê û heyran dihêle ku mirov lê temaşe bike.
Asîmana şîn, erdê spî ya ku berf girtî û avgurma qerisî bala wênekêşan jî dikşîne.
Îdrîs Yaşarê ku li nêzîkî avgurmê dijî ji nûçegihanê AAyê re got ku Avgurma Muradiyeyê xwedî dîmeneke taybet e û havînê cuda, zivistanê jî cuda xuya dike.
Yaşar got ku dema avgurm qeşa digre dişibe travertenên Pamukkaleyê û wiha axivî: "Her demsal welatî tên ziyareta vê derê. Divê li der û dora avgurmê tesîs bên çêkirin û ev der zêdetir bê nasandin."