Girava Axdamarê ya ku her sal bi hezaran turîstên herêmî û biyanî lê dibin mêvan zivistanê jî xweşik xuya dike.
Dêra ku piştî berf barî bi berfa spî ve nixûmî mirovan heyran dihêle.
Biharê darên bihîvan kulîlk vedikin, asîman sayî ye û Gola Wanê jî şîn e. Girava Axdamarê her çiqas biharê bibe xwedî dîmenekî xweş jî, zivistanê jî bi berfa spî ve dinixûme û Dêra Axdamarê dîmenekî xweş derdixe holê.
Dêra Axdamarê ya ku li Gewaşa navçeya Wanê ye û ji hêla Qralê Vaspukaranê 1emîn Gagîk ve di salên 915-921an de hatiye çêkirin zivistanê jî balê dikşîne. Mirov guh nadin berf û sermayê diçin vê dêra êrmeniyan ziyaret dikin û wêneyan dikşînin.
Hunermendên wêneyan ji bo ku van dîmenên xweşik bikşînin diçin giravê û wêneyên ji hevdu xweşiktir dikşînin.