01 Nîsan 2017•Rojanekirin: 04 Nîsan 2017
MUGLA
Raşît Sariyê li Bodrûma navçeya Muglayê dijî û 8 tiliyên wî hene, 60 sal e ku kevçiyê darîn çêdike û vî karî didomîne.
Sari bi tivinga ji kalê wî mabû dema şivantiyê dike, derdikeve nêçîrê tiving û di dest da diteqe du tiliyên wî yên destê çepê jê dibin.
Sinetker Sariyê 73 salî ku di nav gel da bi navê "Kaşikçi Raşît" tê naskirin piştî tiliyên wî jê dibin jî dev ji jiyanê bernade û ji bo debara malbata xwe ya cotkar him alîkariya wan dike û him jî bi qewirandina texteyan va kevşiyên darîn çêdike.

Dema Sari dest bi karê çêkirina kevçiyê darîn çêdike 13 salî ye û ji wê rojê heta niha vê meraqa xwe didomîne.
Hosteyê kevçiyê darîn Sari kevçiyê ku çêdike di hefteyê da du rojan dibe bazara Bodruma 34 kîlometre ji gundê Sazkoyê ku ew lê dimîne dû re û li wir difiroşe.
Sari daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Ji bo wextê xwe baş derbas bikim ez bi vî karî ra eleqedar bûm. Ez dikarim ji her darê kevçî çêkim. Ji dara zeytûnê kevçiyên bi nexşên pir xweş derdikevin. Ez bi vî karî kêfxweş dibim."