AGRI
Li Avkevira navçeya Agiriyê Xezal Ozdemir (64) bi fidakariyeke mezin li mêrê xwe Musa Ozdemirê (100) ku kor û kerr e, dinihêre.
Xezal û Musa Ozdemirê ku 47 sal e zewicî ne, li gundê Taştekerê di xaniyekî ku tenê ji odeyekê pêk tê da dijîn. Zarokên Xezal û Musa Ozdemir tunene.
Xezal Ozdemir bi fidakariyeke mezin li mêrê xwe yê 15 sal berê ji ber nexweşînê kor û kerr bûye dinihêre.
Ozdemirê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got 15 sal in mêrê min kor û kerr e û ez lê dinihêrim.
Ozdemirê destnîşan kir ku heta sax be wê li mêrê xwe binihêre û wiha got: "Ez aciz nabim. Milet ji min ra dibêje 'tu guneh î, tu çima xwe diêşînî.' Heta ez sax bim, ez ê lê binihêrim."
- "Çi ji destê min were dikim"
Ozdemirê wiha got: "Çi ji destê min were ez ê bikim û ez gilî û gazinan nakim. Ez jê naqetim. Ez him li xwe û him jî li wî dinihêrim. Jixwe rewşa wî xirab e. Nikare haceta bike, nikare serê xwe bişo. Ez jî nexweş im, zarokên me tunene. Derfetên me kêm in û em bi miaşê kaltiyê yê mêrê xwe îdara xwe dikin. Hêviya me tenê Xwedê ye."
Ozdemirê diyar kir ku em di nav şert û mercên dijwar da dijîn û wiha axivî: "Ne xaniyê me heye û ne jî serşoka me. Di malê da tiwalet jî tuneye. Dema ba radibe toz û dûman tê hundir. Em êdî kal û pîr in. Bira li navenda Avkevirê xaniyekî bidin me. Ji ber ku dûr e em nikarin herin nexweşxaneyê. Bira dewlet alîkariya me bike."
- "Wekî zaroka xwe li mêrê xwe dinihêre"
Mixtarê gund Îbrahîm Gursoy destnîşan kir ku rewşa Xezal û Musa Ozdemir xirab e û wiha got: "Kesî wan tuneye, wehîd in, desteng in. Mala wan wekî kadînê ye. Carna milet alî wan dike."
Gulsoy destnîşan kir ku xatiya Xezal wekî roniya çavê xwe li mêrê xwe dinihêre û wiha got: "Xatiya Xezal ji mêrê xwe hez dike. Çawa zarokek teze dibe û dayik lê dinihêre, xatiya Xezal jî wisa li mêrê xwe dinihêre. Apê Musa kor û kerr e. Nikare ji erdê rabe."