26 Sibat 2017•Rojanekirin: 27 Sibat 2017
VAN
Çiyagerên ku di nav de çiyagerê neteweyî Tunç Findik jî heye, li Muradiyeya navçeya Wanê hilkişiyan avgura qeşayî.
Çiyagerên tirk Tunç Findik, Dogan Palut, Kurşat Ozturk û çiyagerê îtalyanî Gîlberto Merlante ji bo ku hilkişin avgura qeşayî hatin Muradiyeya navçeya Wanê.
Li Muradiyeyê çiyager hilkişiyan avgura qeşayî û ewê paşê herin çiyayê Erekê û li wir jî hilkişin avgurên qeşayî.
Çiyagerê neteweyî Tunç Findik ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ev herêm ji hêla çiyageriyê û hilkişandina çiyayan ve pir girîng e û wiha axivî: "Li vir cihên ku hê qet nehatine keşifkirin hene. Nasandina van me kêfxweş dike. Erdnigariya me pir xweş e. Heke em ji vê sudê werbigrin û van dîmenên xwezayî bigîhînin mirovan dibe ku gelek kes bên herêmê. Dilê sporê dikare li vir biavêje. Ji ber vê divê baş bê nasandin."
Çiyager Dogan Palut jî got ku li bajêr cihên xwezayî û dîrokî pir in, lê avgurên qeşayî jî girîng in.
Palut destnîşan kir ku Wan her diçe bi nirxên xwe yên girîng va pêşva diçe û wiha dewam kir: "Li Wanê hilkişîna avgurên qeşayî ji bo me cara ewil e. Çiyagerên herêmî jî îro cara ewil bi saya vê hilkişandinê ve ji vê haydar bûn. Çalakiyên bi vî rengî ve sporên xwezayê li herêmê wê bêtir pêşva herin."