Orhan Sağlam
09 Nîsan 2025•Rojanekirin: 19 Nîsan 2025
Kaşûnhezên derketin serê Çiyayê Artosê yê ku li Gevaşa navçeya Wanê ye û 3 hezar û 550 metre bilind e, ji berpalên çik, bilind û asê xwe berdan xwarê û maweyeke bi adrenalîn derbas kirin.
Komeke kaşûnvanan a ku ji werzişvanên xwemalî û biyanî pêk tê, ji bo xweşiya menzereyê derketin serê Çiyayê Artosê.
Kaşûnhez bi hilkişîneke bi qasî 4,5 saetan derketin zîrweyê û ji wir jî, ji berpalên çik, bilind û asê kaşûn, snowboard û slalom kirin û xwe berdan xwarê.
Werzişvanên ji adrenalînê hez dikin, kêfa kaşûna di meha nîsanê da ya li ber menzereya Gola Wanê kirin.
Dogukan Komurê Werzişvanê Tîma Neteweyî ya Kaşûna Çiya ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku wan ji bo kaşûnê, rêwîtiyeke bi zehmet kir.
Kaşûnvanê ji Almanyayê hatiye yê bi navê Rolf Hohlweg jî diyar kir ku Tirkiye ne bi tenê dewlemendiyên xwe yên çandî û dîrokî, her wisa bi menzereyên xwe yên siruştî jî balê dikişîne.
Hohlweg destnîşan kir ku kaşûna li ber menzereyeke nedîtî, tecrubeyeke cuda ye.
Şehabettin Gun jî bal kişand ku bi salan e ew kaşûna çiya dike û li Çiyayê Artosê mirov dikare heya dawiya nîsanê kaşûnê bike.