09 Hezîran 2016•Rojanekirin: 12 Hezîran 2016
ŞANLIURFA
Xezalên cinsê "gazella gazella" yên nesla wan li ber qelandinê ye û ji aliyê Midûriyeta Şaxa Parkên Milî û Parastina Xwezayê va tên parastin hêdî hêdî çol û çiyayên Rihayê şên dikin.
Xezalên ku li hin herêmên taybet ên dinyayê hene, li Tirkiyeyê herî zêde li Şanliurfayê tên dîtin. Midûriyeta Giştî ya Parkên Milî piştî ku cinsa xezalên li çol û çiya digeriyan ket bin xetereyê ji bo wan qadeke sirûştî ya taybet amade kir. Yekeyên midûriyetê li vir him xezalan xwedî dikin him jî wan diparêzin.
Hejmara xezalên ku li ser wan stran tên gotin ji ber nêçîr û hin sedemên din kêm bibû. Ji ber vê yekê ji wan ra qedeke taybet a xwezayî hat amadekirin.
Heywanên ku li Îstgeha Zayînê ya Xezalan a ya sala 75an bi rêk û pêk tên parastin, di hin serdeman da bera Sihaya Pêşvebirina Jiyana Kovî ya Kizilkûyûyê didin. Xezalên ku li qada 205 dekarî ya sirûştî digerin va cîhaza GPSyê heye. Bi van cîhazan de rbarê ekolojî û jiyana xezalan da agahiyan bi dest dixin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Parkên Milî û Parastina Xwezayê xezalan li vir xedî dikin. Herwiha piştî ku xezal zan karên wan jî bera xwezayê dan.
Midûrê Parkên Milî û Parastina Xwezayê yê Herêma 3yem Îsrafîl Erdogan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku wan ji bo xwedîkirin û zayîna xezalan xebateke serkeftî birêva bir.
Erdogan got ku li Sihaya Kizilkûyûyê nêzî 350yî xezal hene û destnîşan kir ku ji sala 1998an vir va li qada sirûştî 772 xezal bûn.
- Em xezalan ji nêz va dişopînin û diparêzin
Erdogan got ku ew ji bo parastina xezalan hewl didin û wiha dewam kir:
"Sezona zayînê ya xezalan dest pê kir. Hevalên me him ji bo parastina xezalên li qadê him jî yên li îstgeha zayînê hewl didin. Bi taybetî karên xezalan gava ku dibin demekê nikarin ji cihê xwe rabin. Hin însanên ku bi vê yekê zanin xezalan dişopînin û tên wan ji qadê dibin. Helbet em jî ji bo rê li ber girtina vana 24 saetan li qadê ne. Yekeyên cendirmeyê yên li qadê jî alîkariyê didine me. Herwiha gelê herêmê jî alîkariyê dide me. Heke wan jî alîkarî neda me, bi me ra tevkarî nekira me nikaribû em bi ser bikevin. Em spasiya hemî miletê xwe û personelên xwe yên li qadê dixebitin dikin."