İbrahim Atmaca
23 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2019
Koçerên ku havînê ji herêmên germ koç dikin û tên zozanên Herêma Rojhilata Anadoluyê, bi hatina sermayê ra dadigerin malên xwe.
Koçerên ku biharê heywanên xwe ji Herêma Başûrê Rojhilata Anadoluyê anîn zozanên Mûşê, dest bi dagerê kirin.
Koçeran alav û malbata xwe bi wesayîtan şandin û bi birên ku ji hezaran heywanî pêk tên va bi rê ketin ku vegerin gundê xwe. Dagera zor û zehmet a koçeran bi biran va nêzî 2 meh û nîvan dewam dike.
Ji koçeran Omer Baksak diyar kir, bi hatina payîzê ra dagera wan ku wê çendîn rojan bidome, dest pê kir.
Baksak diyar kir ku ew 3 mehan li zozanan man û wiha dewam kir, "Nêzî 30 roj berê em bi rê ketin. Rêwîtiya me ya zor û zehmet wê 40 rojî dewam bike û em ê paşê xwe bighînin Batmanê înşeallah. Rêwîtî zehmet e, lê ji ber ku ev karê me ye em hîn bûne. Ji ber ku zivistan hat em ê herin Batmanê. Ji ber ku rêya me dirêj e me malbat û alavên xwe bi kamyonan şandin."