Li Tirkiyeyê tivir herî zêde ji Qedirliya navçeya Osmaniyeyê tê îxrackirin. Paleyên cotkariyê yê li Qedirliyê guh nadin sermayê û di çemê Savrunê da tivra dişon û debara xwe dikin.
Piraneya paleyên cotkariyê jin in û li navçeyê germahiya hewayê jî di bin sifirê da ye. Pale guh nadin serma û şiliyê tivrên ku ji erdê hatine derxistin di çemê Savrunê da dişon.
Serokê Odeya Ziraetê yê Qedirliyê Hanîfî Îspîr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku derxistina tivran 4 mehan dewam dike û di vî karî da hema hema 5 hezar kes dixebitin.
Îspîr eşkere kir ku di serê sezonê da îxracata tivran ji sedî 70 ji Qedirliyê tê kirin lê bi sarbûna hewayê va ev rêje xwe digihîne ji sedî sed û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê dema ku dibêjin tivir navçeya me tê bîra mirov. Kêmzêde li 35 hezar dolimî tivir tên ajotin û derxistina tiviran 4 mehan dewam dike. Pale di nav şertên zor da dixebitin û serê rojê 35-40 lîreyî heq distînin."
Îspîr bal kişand ku tivir zivistanê tên derxistin û ji ber vê yekê jî pale di nav şertên zor da dixebitin û wiha pê da çû:
"Tivir tên derdixin û ji bo firotinê tên amadekirin. Ji bo ku xwelî û çemûra ser wan jê bibin tiviran di ava çêm da dişon. Piraneya paleyên cotkariyê jin in û li navçeyê germahiya hewayê jî di bin sifirê da ye. Pale guh nadin serma û şiliyê tivirên ku ji erdê hatine derxistin di çemê Savrunê da dişon. Tivirên ku hatine şuştin ji bo firotinê tên pakêtkirin."
Serokê Yekîtiya Cotkarên Tiviran Soner Topalhan jî diyar kir ku tivir piştî zehmetekî mezin tên ser sifreya me û wiha got: "Tivir ji bo herêma me wek fabirqekê ye. Her sal 50 milyon dolar pere tîne navçeya me. Bi saya vê gelek malbat debara xwe dikin."