26 Îlon 2017•Rojanekirin: 27 Îlon 2017
VAN
Bi pêşîkêşiya Emîne Erdogana xanima Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê proje çêkir û di çarçoveya projeyê da der û dorê Behra Wanê hat paqijkirin.
Di çarçoveya çalakiya "Poşetan Kêm Bike Behra Wanê Xilas Bike" ya Şaredariya Tuşbayê da kêmzêde 100 xwendekar li rexê Behra Wanê kom bûn.
Xwendekaran kincên nîşana qirêjiya hawirdorê û lixwevegerê li xwe kirin û li peravê dest bi xebatên paqijiyê kirin.
Aydin Aydinê hunermend bi kincê xwe yê ku jê ra digot "Petmen" va kete ava behrê û bi strana xwe ya "pit pet"ê va tevlî karên paqijiyê bû.
- "Em li dijî sergo û plastîkan şer didin destpêkirin"
Şaredarê Tuşbayê Fevzî Ozgokçe di daxuyaniya xwe da diyar kir ku îro li perava Behra Wanê ya ku bilidahiya wê hezar û 700 mêtre ye "ji bo tenduristî, hawirdor û emrê siruştê li dijî sergo û plastîkan şer didin destpêkirin."