ANKARA
Sêla sor di nav welatiyan da wek mizgîniya biharê tê zanîn û tê meneya germbûna hewayê. Di 20ê sibatê sêla sorê têkeve hewayê.
Hîndekarê Zanista Gelê Tirk a Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Gaziyê Prof. Ocal Oguz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji salnemaya ku bi ceribandinên li gor bûyerên ku di tebîetê da dubare dikin derketiye holê ra dibêjin salnameya gel.
Oguz destnîşan kir ku salnameya gel bûyereke dîrokî wekî destpêk qebûl dike û motanî xêzekê dewam dike, cuda ye û wiha got: "Salnameya gel dibe ku li gor roj, meh û demsalan derketibe holê, dibe ku li gor bûyerên tebîetê yên ku dubare dikin, quraxî, hişkayî, ber û berek, leyî, şewat, erdhej, şer, kulîlkvedan, weşandina pelgan, çinîna zevî û mêrgan, beranberdan, bûyîn, mirin û şahiyê jî derketibe."
Oguz diyar kir ku sêla sor wek encameke ceribandinên gel derketiye holê.
Meneya sêla sor (cemre)
Oguz got ku sêla sor (cemre) di zimanê erebî da tê meneya "agir", "tiştê şewitî", "koz" û wiha pê da çû:
"Wek mayîn li Mînayê kevirkirina şeytan û kevirên ku li wê derê quç dibin ra jî dibêjin sêla sor (cemre)."
Tarîxên ketina sêla sora
Oguz diyar kir ku sêla sor ê di 20 sibatê da têkeve hewayê û zivistanê daxe erdê.
Oguz destnîşan kir ku di 27 sibatê da têkeve avê û avê germ bike, cemedê bihelîne, di 6ê gulanê da têkeve erdê û erdê germ bike û rih bi erdê keve, kulîlkê vekin.