15 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2017
MUŞ
Li Korkuta navçeya Mûşê, Îbrahîm Ozkayayê melayê gundê Taşlicayê, ji bo heywanên ku ji ber berf û sermayê nikarin xwarinê bibînin, bi cimaeta xwe va yêm danî çolê.
Ozkaya di hoparlora mizgeftê da bi tirkî û kurdî anonsê dike û gundiyan dawet dike ku ji bo heywanan yêm daynin çolê.
Ozkaya bi cimaet û gelê gund va nan û yêmê ku berhev kiriye, bi çewalan va dibin û datînin cihê ku heywan lê dijîn.
Ozkaya di daxuyaniyê da got ku ew xwedî li heywanên çolê derdikevin.
Ozkaya got ku divê mirov merhemetê nîşanî heywanan bidin û wiha dewam kir: "Ji ber ku li herêmê pir zêde berf bariye, em car caran anons dikin ku ji bo heywanan êm berhev bikin. Em bi gundiyan ra yêm û nan datînin çolê."
- "Emê heya dawiya zivistanê bikin"
Niştecihê gund Ferît Yalçin bal kişand ku di şert û mercên zivistanê da heywanên kovî nikarin xwarinê peyda bikin û ji ber hindê ew nan datînin devera Kosorê.
Yalçin wiha xeberda:
"Bi şev dema sir û serma çêdibe, berf li serdê diqerise û ji ber hindê heywan nikarin xwarinê bîter bikin. Îro jî melayê mizgefta me ji hoparlora mizgeftê anons kir ku em ji bo heywanên kovî xwarinê daynin çolê. Her kesî ji mala xwe genim, nan û êm anî. Vêga me ev danîn deverên ku heywan lê pir in."
Xelkê gund destnîşan kirin ku heywanên kovî bona wan û bona herêmê pir girîng in û herwiha hêvîdar in xebata ku melayê wan da destpêkirin, ji gundên din ra jî bibe nimûne.