Önder Beyter
10 Hezîran 2020•Rojanekirin: 14 Hezîran 2020
Gola Gerendalê ku dikeve navbera Elezîz û Bîngolê û di şiklê dil da ye, bala xwezahezan dikişîne.
Gola Gerendalê ku li serê Çiyayê Yaylayê ye ku raqima wê 2 hezar û 300 e û dikeve navbera gundê Buyukçatliyê ya Paloya navçeya Elezîzê û gundê Şabanê ya girêdayî navenda Bîngolê û her wiha navê xwe ji nêzîkî 20 zozanên li dewrûberê digire, bi salan e bûye landika gelê deverê.
Gola Gerendalê û bedewiyên xwezaya dewrûberê ji bo turîstên biyanî û xwemalî alternatîfeke baş pêşkêş dike.
- "Em dixwazin turîst li vê derê hêsa bibin"
Mixtarê gundê Şabanê Huseyîn Burulday di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ji berê da gava xelkê herdu gundan derdikevin zozanan, li dewrûbera Gola Gerendalê tên cem hev.
Burulday bal kişand ku ew dixwazin ne tenê gelê herêmê, her wisa ziyaretvanên biyanî û xwemalî jî ji van bedewiyan îstifade bikin û wiha dewam kir, "Em dixwazin li vê derê rê û tesîs bên çêkirin, masî berdin ava golê û turîst li vê derê hêsa bibin. Li navendên bajaran gava germahî derdikeve 40 pileyî, mirov li vê derê nikare bê lihêf razê."
Burulday her wiha diyar kir ku kesên bixwazin hilhatina rojê temaşe bikin, dikarin werin derkevin serê Girê Qertelê ku nêzîkî golê ye.
Mixtarê gundê Buyukçatliyê Mehmet Ersoz jî diyar kir ku ew dixwazin rê were çêkirin da ku çûn û hatina golê hêsan bibe.