Fatih Gazioğlu
2018 ж. 16 қаңтар•Rojanekirin: 2018 ж. 17 қаңтар
DIYARBAKIR
Xebatên peyzajê yên ku bi destê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê li navçeya Baglarê dest pê kirin, dewam dikin.
Tîmên şaredariya bajarê mezin li navçeya Baglarê li dora xaçerê û nava refujan heta niha 255 hezar û 240 kulîlk danîn, 664 devî û 3 dar çikandin.
Di çarçoveya xebatan de li Bulwara Qamişlo, xaçerêya Aram Tîgran 88 hezar û 230 binefşên zer hatin danîn.
Di çarçoveya xebatên avakirinê de jî li xaçerêya Parka Newrozê 6 hezar 600 simbil, 120 hezar binefş bi tevahî 126 hezar û 600 kulîlk hatin danîn.