Bülent Mavzer
07 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2025
Pişîka bi navê "Duman" a maskotê Şikeftên Xwê yên Îdirê yên 80 metre di binê erdê da ne, di ger û geştê da hevaltiya turîstan dike.
Li Çiyayê Xwê yê li navçeya Tuzlucayê ji ber ku ji berê da madena xwê tê derxistin, di hundirê çiya da galerî çêbûne û Walîtiya Îdirê û Qaymeqamtiya Tuzlucayê jî mil badan û ev galeriyên binerd li rotaya turîzmê zêde kirin.
Di şikeftên xwê da yên ku par ji hêla zêdetirî 150 hezar turîstên xwemalî û biyanî va hatin zêyaretkirin, pişîka bi navê "Duman" jî dijî.
Pişîka ku peywirdar xwedî lê derketin û miqatî wê dibin, di şikeftan da yên havîn û zivistan ji hêla turîstên xwemalî û biyanî tên ziyaretkirin, eleqeyê dibîne.
Pişîka ku bi liv û tevgerên xwe va dêhn û bala geştiyaran dikişîne, di gera wan a di nav şikeftê da hevaltiya turîstan dike.
Rêbera turîstan Yildiz Aliyeva a ji Azerbeycanê hatiye ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku wê, şikeftên xwê pir ecibandin û ji ger û geştê wê kaf û tehm hilda.
Aliyevayê diyar kir ku di gera xwe ya şikeftê da ew rastî "Duman" hatin û ji ber ku ajaleke şêrîn e, wan eleqe nîşan da.
Ziyaretvana Azerbeycanî Fatîme Badalovayê jî destnîşan kir ku di seranserê gera wan da "Duman" hevaltiya wan kir û wiha dewam kir, "Me pir ji vê pişîkê hez kir. Adeta di zikê çiyê da rêberiya me kir, pir meraqdar e û me jî da dû wê. Em digel wê di hundirê şikeft û çiya da geriyan."