Sûriyeyiyên salek berê ji ber êrîşên DÎŞIyê yên ser herêma Tel Abyadê koçî Aynel Erebê kiribûn, mecbûr man ku ji vir jî koçî Tirkiyeyê bikin.
Her diçe şerê li herêma Aynel Erebê gur dibe û sûriyeyî mecbûr dimînin ku ji welatê xwe koç bikin.
Malbatên sûriyeyî yên ku ji ber êrîşên DÎŞIyê revîn, zêdetirî 3 mehan e ku di nav şer û pevçûnan de ji bo jiyanê, li ber xwe didin.
Hin sûriyeyiyên ku berê li herêma Telabyada li ser Rakkayê dijiyan, piştî ku DÎŞIyê herêm dagir kir ji herêmê koç kirin û xwe sipartin gundê Sebarayê.
Ji aliyekî ve DÎŞI ji aliyê din ve jî hêzên PYDyê êrîş dikin, sûriyeyiyên ku di nav şer û pevçûnan de naçar dimînin, mecbûr dimînin ku ji herêmê koç bikin. Sûriyeyî Tirkiyeyê wek herêma ewle dibînin û sûriyeyiyên ji ber şer direvin xwe dispêrin Tirkiyeyê.
-"Em diçin ku derê şer heye"
Emîne el-Kaddûmê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ev 4 salin di nav şer û pevçûnan de dijîn û mecbûr dimînin ku ji welatê xwe koç bikin.
Kaddûmê diyar kir ji ber ku ji herêmê koç kirin xemgînin û dê li benda roja vegera welatê xwe bin û wiha berdewam kir: "Ya ku hat serê me neyê serê tu kesî. Em nizanin em ê çawa li ber xwe bidin. Şerê li Sûriyeyê diqewime her diçe gur dibe û kes nizane dê di encamê de çawa bibe. Milîtanên DÎŞIyê gundan wêran dikin. Bi dehan kargehên çîmentoyê û firinên nan bombe kirin. Me heywanên xwe jî li herêmê hişt û me ji herêmê koç kir. Di serî de me got Xwedê tu sebrê bidî me û em li bal xizmên xwe bi cih bûn lê anha cihek ku em pê de herin jî tuneye."
Salih Hasan (43) got ku xaniyên wan hatin wêrankirin, xuşka wî di xanî de asê ma, şewitî û wiha dewam kir: "Anha me xwe sipart Tirkiyeyê lê sibê nediyare dê çi bibe. Li vir tu xizmek me tune. Ez xwe nafikirim lê 4 zarokên min hene, ez nizanim dê ew çibibin. Lê em nekaribûn zêdetir li herêmê bimînin. Ji ber vê me xwe sipart Tirkiyeyê."