Abdullah Tel
23 Sibat 2019•Rojanekirin: 26 Sibat 2019
Mêrdîna bajarê şaristaniyê ku heta îro gelek bîr û bawerî di nav xwe da hewandiye û hê jî diparêze li ser axa xwe kalê 79 salî Şehmus Kaynakayê ji zarokatiya xwe vir va bi kîlê ra eleqedar e jî diezimîne.
Kalê 79 saliyê hosteyê dîzik, cêr, qir û qafên ji kîlê tên çêkirin li Artukluya navçeya navendî ya Mêrdînê dimîne û 71 sal e li ser karê xwe ye.

Kalê Şeyhmus yê ku di 8 saliya xwe da dest bi vî karî kiriye bi salan e ji navçeyên Diyarbekir û Mêrdînê kîlê temîn dike û bi dest û tiliyên xwe şekl û şemalê dida wê û berheman çêdike.
Dikana kalê Şeyhmus lê dixebite bi qasî 100 mêtre qere ye û digel kalbûna xwe ew hê jî li ser karê xwe ye û ji kîlê guldank, cêr, dîzik, tenûr û gelek tiştên din çêdike.

Kalê 70 salî diyar kir ku qewaxî ji karên herî kevn ên li Anadoluyê tê kirin yek e û wî di 8 saliya xwe da dest bi vî karî kir û wiha pê da çû: "Ez vî karê hanê ji Mahmut Yedikardeşê bavê Îsmet Yedikardeş ê resam e hîn bûm. Piştî ji esker vegeriyam min ji vî karê hanê zêdetir hez kir û domand. Zanayên vî karî ji bajêr çûn."

Kaynaka ragihand ku di salên berê da wextê hê sarinc tunebûn wan cêr çêdikir û miletê ava cemidî ji wan cêran vedixwar û wiha pê da çû: "Min 25 salan karmendî kir û vî karê hanê jî domand. Niha zanayên vî karî kêm in. Em ji bo ku hin kes vî karê hanê hîn bibin hewl didin lê kesên tên ji ber ku herî û kîl zêde ye nasekinin. Ez dixwazim ev kar dewam bike. Qir û qafên ji kîlê tên çêkirin ji bo siheta mirov çêtir in."