Piştî ku zivistan qediya û hewa germ bû, êdî li ser dezgehên fêkîfiroşan fêkî û sewzeyên havînê yên reng bi reng tên firotin.
Fêkîfiroş Yucel Çakmanê li taxa Ozluceya navçeya Nîluferê dijî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku her çiqas sewze û fêkî nû derketibin û bihayê wan zêde be jî gel dikire.
Çakman got ku meha bê bihayê fêkiyan wê erzantir bibe û wiha axivî: "Fêkiyê herî biha şilor e. Em di pakêtên ku tê de 6 û 7 heb hene 12 lîrayan difroşin. Kîloya îsota ku em jê re dibêjin îsota Kalîforniyayê jî 15 lîreyan tê firotin. Kîloya çeqeleyê 15 lîre, kîloya tiriya ku ji Şîliyê tê îthalkirin jî 20 lîre ye. Gel hêdî hêdî eleqeyê nîşanî fêkî û sewzeyên biharê nîşan dide, lewra gel bîrya van fêkiyan kiriye."
Çakman got ku zebeş jî ji Îran û Yemenê tên û wiha dewam kir: "Zivistanê me fêkî hindik dianî. Jinên ducanî dema ku dilê wan diçe van fêkiyan ew bihabin jî dihatin firotin. Lê niha havîn hat û cure zêde bûn. Biha her roj kêm dibin."