Ji Xezeyê, 3 jin û zarokeke ku di encama êrîşên Îsraîlê de birîndar bûbûn, bi ambulansa balafir a Wezareta Tenduristiyê anîn Tirkiyeyê. Wezîrê Karên Derve Davûtoglû û Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglû, piştî anîna filistîniyên birîndar daxuyaniya çapemeniyê da.
Davûtoglû got ku wekî ku hûn jî zanin, nêzî 2 mehan e li Xezeyê bûyerên trajîk diqewimin û wiha dewam kir:
"Birayên me yên xezeyî û filistînî di nav şert û mercên dijwar de dijîn. Ev demek bû ku ji bo alîkariyê me hewl dida. Armanca me ev bû ku em alîkariya însanî bidin birayên xwe yên li herêmê û birînên birayên xwe bipêçin, ya duyem jî me hewl dida ku li Xezeyê agirbest pêk bê, şert û mercên herêmê baştir bibin û em alîkariya mirovahî di qadeke bi ewle de bikin. Hemû hewldanên me ji bo vê yekê bûn."
- "Ewil dê 200 nexweşî bînin"
Davûtoglû destnîşan kir ku 4 birîndar anîn û wiha pê de çû: "Înşaellah bi firokeyên C-130yê dê îro pireke hewayî ava bikin û nêzî 200 nexweşî bînin û li Tirkiyeyê tedawiya wan bikin. Di vê mijarê de Wezareta Tenduristiyê digel tîma xwe, Serokatiya Sererkaniyê, TÎKA, Kizilay, AFADê alîkarî da me, em ji vir spasiyên xwe pêşkêşî wan dikin. Tirkiye niha ji ezmûneke însanî re, derbas dibe."
Davûtoglû got ku ew wezîfeya xwe ya însanî bi cih tînin û dê wezîfeya xwe bidomînin û îfade kir ku Tirkiye her dem li bal gelê mezlûm e û wiha dewam kir: "Duh êvarê me bi rêk û pêk îstişare kir, di encamê de maweya agirbestê 3 rojan hat dirêjkirin. Ji bo agirbesta mayinde dê hevdîtinên me yên bi aliyan re dewam bikin. Hêvî dikim ku ji bo Xezeyê pêşî agirbesta mayinde bê îmzekirin û pişt re jî li herêmê aştî pêk bê."
-"Bûyerên li Iraqê diqewimin"
Davûtoglû li ser pirsên der barê bûyerên li Iraqê diqewimin de wiha got:
"Di bûyerên ku 2 mehên dawî li Iraqê qewimîn de qeyranên mezin pêk hatin, gelek mirov mirin. Bi sed hezaran mirovî ji cih warê xwe koç kir. Gelek birayên me yên tirkmen, kurd, ereb, êzdî, xiristiyan ji herêma Mûsil, Şengal û Telaferê ber bi Tirkiyeyê ve hatin. Li Çiyayê Şengalê bûyereke trajîk qewimî. Ji bo van bûyeran jî me dest bi alîkariya însanî kir. Ji bo alîkariya xwarin, derman û avakirina kampekê me gav avêt û hewldana me didome."
- Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglû
Muezzînoglû jî der barê birîndarên ku anîn Tirkiyeyê de agahî da û wiha got:
"Em çiqasî dereng mabin jî me pireke hewayî ava kir û birîndarên xwe anîn Tirkiyeyê. 4 birîndar hatin. Keçikeke me ya 13 salî heye, ew ji serê xwe birîndar e. Du ciwanên me yên ku temenê wan di navbera 19 û 20î de ne hene. Ji bilî van xanimeke 33 salî heye. Ji nexweşên me 3 kes dê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Ataturkê, yek jî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Dişkapiyê bê tedawîkirin."