Fatma Sevinç Çetin
16 Adar 2025•Rojanekirin: 18 Adar 2025
Li tevahiya welêt germahî ser asta demsalê da ye û îro li 35 bajaran termometro derketin ser 30 pileyê.
Li gor daneyên li ser malpera Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê îro li tevahiya bajêr germahî 10 an 15 pile derket ser asta demsalê.
Germahî li Edene, Osmaniye, Hatay, Zonguldak, Antalya, Aydin, Eskîşehîr, Îzmir, Kahramanmaraş, Manîsa, Mêrsîn, Çanakkale, Kocaelî, Sakarya, Artvîn, Rîze, Bursa, Stenbol, Mugla, Balikesîr, Bîlecîk, Samsun, Bartin, Gîresun, Duzce, Denizlî, Karaman, Burdur, Ordu, Şirnex, Karabuk, Şanliurfa, Yalova, Gazîentab û Kilîsî derket ser 30 pileyê.
Li 35 bajarên navborî germahî li gor navçeyan di navbera 34,6 û 30 pileyan da bûn. Germahiya herî zêde li Yuregîra navçeya Edeneyê wek 34,6 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku germahî sibê jî li tevahiya welêt 10 an 18 pile ser asta demsalê da be.
Ji hêla din va tê payîn ku bi bandora hewaya sar û şiliya ku dê ji ser Balqanan bê ji 18ê adarê roja sêşemê pê va li tevahiya welêt germahî 10 an 15 pile bikevin bin asta demsalê.