Cüneyt Çelik
11 Mijdar 2026•Rojanekirin: 11 Mijdar 2026
Gola Çildirê ya li di nava sînorê Qers û Erdexanê da, ku rûbera wê 123 kîlometreçargoşe ye, ji ber hewaya sar li rûyê wê qatên qeşayê çêbûn.
Li bajêr germahiya hewayê bi şev 11 pileyan daket binê sifirê.
Beşa qeraxa Gola Çildirê ya li herêma gundê Taşbaşiyê qeşagirt.
Werdek û miraviyên ku di golê da dijîn, di nava qeşayê da li xwarinê geriyan. Meşa miraviyan a li ser golê dîmenekî xweş çêkir.
Dîmenê gola ku rûberê wê bi qismî qeşa girt bi dronê hat qeydkirin.
- "10 sal in qeşayeke bi vî rengî ya rûberî çênebûbû"
Dural Daşdemirê ku li ser golê karê xizankên hespan dike, ji nûçegihanê AAyê ra got ku Gola Çildirê di meha Mijdarê da dest bi qerisînê kir.
Daşdemir diyar kir ku ew di salên dawî da dibin şahidê qeşagirtina berî wextê wê û wiha got: "Em ji bo vekirina vê sezonê amadekariyan dikin, ji 10ê Mijdarê pê va li beşaketina Gola Çildirê qeşagirtineke rûberî dest pê kir. Bi sarbûna hewayê ra qeşagirtineke rûberî pêk hat. Heta dawiya mehê em ê bi xizankên xwe yên hespan çalakiyên xwe yên li ser golê bidin destpêkirin. Em dikarin bibêjin ev rekora 10 salên dawî ye. 10 sal in qeşageyeke bi vî rengî ya rûberî çênebûbû."