Haydar Şahin
09 Nîsan 2019•Rojanekirin: 10 Nîsan 2019
Turîstên ji bajarên din tên Wanê eleqeyeke mezin nîşanî Gurgurneka Muradiyayê didin. Gurgurneka Muradiyeyê her demsalê bi xweşikahiyeke cuda li ziyaretvanan pêşwazî dike.
Gurgurneka Muradiyeyê di nav rawestgeha ziyaretvanên bi turan tên da cî digre.
Gurgurneka Muradiyeyê eleqeyê dibîne
Ji ber ku êdî hewa germ dibe ziyaretvanên tên bajêr li dora gurgurnekê digerin, çaya semawerê vedixwin û wêneyan dikişînin.
Feza Uyguna ku bi turê ji Stenbolê hat Wanê diyar kir ku gurgurnek gelekî eciband û got, "Asmosfereke cuda heye li vê derê, xweşikahiyeke tebîetê ye. Xwedêkirî em hatin vê derê, ew ê qet ji bîra me neçe."