Mehmet Niyazi Deniz
02 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2021
Li Sêrtê Beşîr Gozê 64 salî ku karê ji bav û kalan maye wek nifşa 4emîn didomîne 50 sal e li heman bazarê şekl û şemalê dide sacan.
Goz serê sibehê zû tê Bazara Sifirkeran û deriyê dikana xwe ya qasî 30 metreqere mezina e vedike û digel vî emrê xwe karê xwe didomîne.
Westayê 50 salan sacên ku ji dervayê bajêr dikire û tîne li dikana xwe gorî daxwaz û pêwîstiyan bi şekl û şemal dike û ji wan sobe, mengel, lûle û bermîl çêdike. Goz vî karê ku niha didomîne ji bavê xwe û ew jî ji kalê wî û hîn bûne.
Beşîr Goz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di demên dawîn da eleqeya li ser malên febrîqeyan zêde bû û karê tenekeçîtiyê jî daket û ji ber bikaranîna xaza siruştî jî sobe jî êdî ji bolê radibin û ev kar ber bi tunebûnê va diçe.
Goz destnîşan kir ku 2 kurê wî jî tev heta niha 45 kesan li ber destê xwe hînî vî karî kiriye û xebata wan herî zêde di mehên havînê da ye û lewra amadehiyên zivistanê ji vê heyamê dest pê dikin.
Di berdewamiya axaftina xwe da Goz got ku di demên berê da ev karê niha didomîne karekî gelekî muhîm bû û jê dahateke baş qezenc kiriye û wiha domand: "Zarokên min gotin em ê bixwînin û vî karî nakin lê min hînî du kurên xwe kir. Demên berê zinaet muhim bû û mamosteyê min ê pola yekemînê wê çaxê ji min ra gote heta danê nîvrojê bixwîne û piştî nîvrojê jî here hînî kar bibe. Wê çaxê ev fikir li pêş bû û ev kar nanê pehtî bû. Dema malbata min ji bo min çûn qîzê bixwazin alî xwezûran gotin ku heke karê wî (pîşe/huner) hebe em ê qîzê bibin. Ji ber ku karê min hebû qîz dan min."
Hosta dibêje ku heta emrê wî têrê bike û heya ew li ser xwe be wê karê xwe bidomîne.