Sevim Hatun
04 Mijdar 2015•Rojanekirin: 06 Mijdar 2015
BİTLİS
Hat ragihandin ku li navçeya Tatwanê, kevirên ku di encama agirpijiqandinê ya Çiyayê Nemrûtê de çêbûn û wekî "hêştirên Nemrûtê" tên binavkirin, li ber wêranbûnê ne.
Hêştirên Nemrûtê yên li Taxa Karşiyakayê ku li derdora wan kaniyê avê jî hene, ji ber ku birêkûpêk nayên parastin, bi destê hin kesan tên texrîpkirin.
Hîndekarê Beşa Dîrokê yê Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Bitlîs Erenê (BEU) Doç. Dr. Mehmet Demirtaş ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku li herêma ku wekî qada sîtê hat îlankirin, tewdîrên parastinê nehatin hildan. Ji ber vê yekê kevirên li vir roj bi roj texrîb dibin.
Demirtaş got ku kevirên ku di rêzekê dane, ji ber ku nehatine parastin, bi demê ra texrîb bûne û destnîşan kir ku heke tewdîrên ewlehiyê neyên hildan ewê di demeke kurt da ev berhemên xwezayî wêran bibin.
Demirtaş got ku di nav gel da ji van keviran ra dibêjin "hêştirên Nemrûtê" û wiha dewam kir: "Gava ku mirov bala xwe dide keviran dibîne ku bi hezar salan li ber bê û baranê mane, bi demê ra şiklê wan guheriye û dirûvinê balkêş derketine holê."