Yılmaz Kazandioğlu
01 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2025
Gola Erçekê ya li Wanê ku wekî "Bihuşta Teyr û Tilûran" tê pênasekirin û di nava sitargehên herî girîng ên teyr û tilûrên koçber da cih digire, ji ber hişkahî û hilmegulma zêde vekişiya.
Gola ku di Hewzeya Gola Wanê da ye û mazûvaniya hezaran teyr û tilûran dike, tesîra germa gerdûnî zêdetir tê dîtin.
Gol wekî "Qada hesas a ku wê teqeze were parastin" hat îlankirin. Ji ber ku dema heyama hişkahiyê dirêj bû û hilmegulm zêde bi ser golê ket, qeraxên wê veguherî eraziyên şorax û tarên teyr û tilûran teng bû.
Endamê Hîndekariyê yê Beşa Erdnîgariyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Faruk Alaeddînoglu ji nûçegihanê AAyê ra got ku ji ber guherîna av û hewayê ku hemû dinya daye ber xwe, bandorê li ser çavkaniyên avê yên Hewzeya Gola Wanê jî dike.
Alaeddînoglu daxuyand, ji ber ku baran nabare û germa hewayê zêde bûye hilmegulmeke zêde ji golê rabû.
Alaeddînoglu destnîşan kir, Erçek goleke ji rêzê nîne, seba teyr û tilûran qada starbûnê ya herî girîng e û wiha dewam kir, "Gelek cureyên teyr û tilûran li wê derê dijîn û hêk dikin, kurk rûdinên û cûcikan derdixin. Ji aliyê din va teyr û tilûrên ku ji herêmên cuda yên dinyayê tên jî demekê li vê derê sitar dibin. Piçûkbûn û zirardîtina golê wê tesîreke mezin li ser rotayên teyr û tilûran bike. Ew dewlemendî wê ji holê rabe. Mixabin di salên pêş da ev pêvajo wê dewam bike, gol wê piçûktir bibe û ekosîstema wê derê jî wê têkeve binê tesîra guherînê."