DIYARBAKIR
Êzdiyên ku ji herêma Şengala Iraqê ji ber êrîşên DÎŞIyê revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê di kampan de bi hatina zivistanê re rojên dijwar derbas dikin.
Ji 4 hezarî zêdetir êzdî bi destê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê li Tesîsên Sporê ya Yenîşehirê di kampan de hatin bicîkirin.
Êzdiyên di kampê de di nav şert û mercên dijwar de dijîn. Zarokên pêxwas di konan de li ber sobeyên ceyranê xwe germ dikin. Lê ji ber ku carna ceyran diçe, rewş ji bo kesên nexweş û zarokan zehmet dibe.
Di kampê de her roj 3 dan xwarin tê belavkirin û personelên şaredariyê jî hewl didin ku ji êzdiyan re bibin alîkar.
Berdevkê Platforma Aştiyê ya Zeytîndaliyê Muhammed Akar bi lijneya pê re çû serdana kampê û der barê kêmasiyên kampê de ji malbatan agahî hilda.
"Hin zarok travmayeke mezin dibînin"
Akar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku kamp ne li gor şert û mercên zivistanê ye.
Akar destnîşan kir her ku diçe serma zêde dibe û wiha axivî: "Zehmet e ku êzdî di zivistanê de di van konan de bimînin. Di kampê de kal, pîr, jin û zarok hene. Hin kes astengdar in. Piraniya zarokan di şer de dê û bavên wan hatine kuştin û travmayeke mezin dibînin."
Akar diyar kir ku êzdiyên ku nexweş dikevin nikarin li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dicleyê û nexweşxaneyên dewletê tedawî bibin û wiha dewam kir: "Divê kêmasiyên di vî warî de bên çareserkirin. Êzdî xwe li ber sobeyên ceyranê germ dikin. Bi taybetî divê xwedî li zarokan derkevin. Li kampê zarokên astengdar jî hene û hin zarok dê û bavê wan mirine û bêxwedî ne, divê dewlet xwedî li wan derekeve."
Dixwazin xwarina xwe çêkin
Akar diyar kir ku malbat dixwazin xwarina xwe çêkin û got ku ji bo 4 hezar kesî xwarin tê çêkirin û kal, pîr, nexweş û zarok nikarin jê bixwin.
Akar destnîşan kir ku êzdî dixwazin derbasî konteyneran bibin û wiha dewam kir: "Em ê di vî warî de bi walîtiyê û AFADê re biaxivin. Divê li Diyarbekirê konên li gor şert û mercên zivistanê werin avakirin. Divê hikûmet û saziyên kamuyê dest bavêjin vî karî."