Fırat Taşdemir
31 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 02 Mijdar 2024
ANKARA (AA) - Serokê Kar û Barên Diyanetê Alî Erbaş der barê encamên peşkavêtinê ya ji bo diyarkirina kesên wê îsal herin hecê ya ku li Salona Konferansê ya Serokatiya Karên Diyanetê çêbû da got bila ser xêrê be.
- "Kontenjana ku îsal ji bo welatê me hatiye veqetandin 84 hezar û 942 ye"
Erbaş diyar kir ku îsal ji bo çûyîna hecê 159 hezar û 798 welatiyan qeyda xwe ya pêşwext kirine û wiha got: "Bi welatiyên me yên ku qeydên wan ên salên berê dewam dikin va îro hejmara kesên ku wê beşdarî peşkavêtinê bibin milyonek û 849 hezar û 584 e. Yanî îro wê di nav milyonek û 849 hezar û 584 welatiyên me da peşk bê avêtin."
Erbaş anî ziman kontenjana îsal ji hêla Erebistana Siûdî va ji bo Tirkiyeyê hatiye veqetandin 84 hezar û 942 ye û wiha dewam kir: "Xwîşk û birayên me yên ku navên wan di pêşkavêtinê da derkevin wê bibin xwedî maf ku qeyda hecê ya teqez bikin. Xwedê nesîb bike ku ew bi xêr temam bikin."
Midûrê Giştî yê Xizmetên Hec û Umreyê Remzî Bîrcan jî der barê pêvajoya hecê de agahî da û destnîşan kir namzedên hecê yên ku navên wan di peşkavêtinê da bên hilbijartin wê ji 4ê Mijdarê pê va bikaribin qeydên xwe bikin.
Piştî axaftinan li hizûra noterê bi komputerê peşk hat avêtin.
Namzedên hecê wê ji saet 21.00î pê va bikaribin ji ser e-Devletê encaman hîn bibin.