Haydar Şahin
17 Tebax 2018•Rojanekirin: 20 Tebax 2018
MUŞ
Nedîm Bulbulê operatorê makîneya çinîn û kamê 28 sal e ji Diyarbekirê berê xwe dide deşta Mûşê di nav toz û xubarê da nanê xwe bi dest dixe.
Bi germbûna hewayê ra Bulbul ji Diyarbekirê derdikeve rê û dirban, havînê xêncî memleketê xwe li Mûş, Mêrdîn, Agirî û Wanê zevî zevî digere, mêrg û zeviyan diçine.
Çaxa dest bi nançinînê dikin Bulbul bi makîneya çinîn û kamê va ji bo nanê xwe bi dest bixe dixebite û pê 4 zarokên xwe xwedî dike. Hin caran Bulbul di rojê da 12 saetan dixebite.

- "Karê makîneya çinîn û kamê şixulekî zor e"
Nedîm Bulbul daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi 9 ekîban ji Diyarbekirê hatin deşta Mûşê.
Bulbul destnîşan kir ku li Mêrdînê dest bi sezonê kirin paşê li Diyarbekir û Mêrdînê xebatên xwe domandin û ji wir jî derbasî Mûşê bûn û wiha pê da çû:
"Dema nançîninê bi zor û zihmetiyê derbas dibe. Karê makîneya çinîn û kamê şixulekî zor e. Em bi şev û bi roj dixebitin û zehmetiyan dikişînin. Piştî rêwîtiya ku 13 saetan ber xwe da em gihîştin Mûşê. Gelek xetere tên serê me lê em mecbûr in derkevin rê û dirban. Zehmetiya şevê zor e. Em li Diyarbekirê hin caran 24 saetan dixebitin. Eê li vê derê jî di saet 05.00ê sibê da radibin û hetanî nîvê şevê dixebitin. 28 sal e ez têm deşta Mûşê û zeviyan diçinim. Bi qasî 50 rojî em li vê derê dimînin. Di rojê da 200 dolim erdî diçinin. Ji bo rizqê zarokên xwe em mecbûr dixebitin."

Mehmet Çîçekê ku heman karî dike jî diyar kir ku malbata wî bi salan e vî karî dike.
Çîçek destnîşan kir ku hetanî gihîştin Mûşê gelek zehmetî kişandin û wiha pê da çû:
"Zarokên me yên hûr hene. Ji ber em zehf ji malê dûr dimînin dema diçin malê bi çavê xerîban li me mêze dikin, nas nakin. Jiyan zor e. Dema ji derva mêze dikin zehf hêsan xanê dike. Em tên dixebitin û malbata xwe xwedî dikin. Em bi makîneyan tên vê derê. Belê em ji bo xwe dixebitin lêbelê ji cotkaran ra xizmetê dikin."
Çîçek got ku makîneyek di salê da 6 hezar dolim erdî diçine û wiha pê da çû: "Em her sibe makîneyê kontrol dikin. Piştî kontrolê hetanî nîvê şevê dixebitin. Hin rojan 24 saetan dixebitin. Bê navber dewam dikin."