01 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2015
ŞANLIURFA
Jinên sûriyeyî yên ku li konbajarê navçeya Akçakaleyê di atolyeya dirûnê da dixebitin, wê ji bo zarokên keçik ên sûriyeyî yên ku êtîm in, kincên zivistanê bidirûn.
Saziyên alîkariyê ji jinên ku li atolyeya dirûnê ya li Tesîsên Rawestinê ya Suleyman Şahê dixebitin ra qumaş dişînin û jin bi van qumaşan kincan didirûn.
Berpirsa Atolyeya Dirûnê Cemîle Saliha Sûriyeyî daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew nêzî 2 salan e ku li konbajar di atolyeya dirûnê da dixebitin.
Salihayê got ku ew hem debara xwe dikin hem kincan didirûn û van kincan li sûriyeyiyan bela dikin.
Salihayê daxuyand ku ew ê kincên zivistanê li gor biryara rayedaran li keçikên êtîm ên konbajêr bela bikin û wiha pê da çû: "Kincên ku em didirûn, xizmên şehîdan û êtîm di serî da em li sûriyeyiyan bela dikin. Ez ji bo vê derfetê ji rayedarên tirk ra sipas dikim. Ez dixwazim ku saziyên xêrxwaz alîkariya qumaş bidomînin."