Muhammet Tarhan
17 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2022
Li ser rûyê dinyayê ji ber sedemên curbecur hejmara kesên ji welatê xwe koçî devereke din kirine û bûne penaber gihîşt 281 milyonî û ev jî teqabulî ji sedî 3,6ê nifûsê dinyayê dike.
18ê Berfanbarê Roja Penaberên Navneteweyî ku ji alî Neteweyên Yekbûyî va hatiye îlankirin hersal bi organîzasyonên ji hev cihê tê pîrozkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji Rapora Koçê ya Dinyayê ya 2022an a Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya NYê hilda li ser rûyê dinyayê 281 milyon penaber hene. Ji wan penaberan 135 milyon jin û 146 milyon jî mêr in.
Hejmara penaberan di 50 salên dawîn da qasî 3 qatî zêde bûye. Di sala 1970yî da 84 milyon penaber û di sala 1990î da jî 153 milyon penaber hebûn.
Hat gotin ku hejmara kesên di nav welêt da koç dikin jî ji hejmara kesên bûne penaber gelekî zêdetir e.