ŞANLIURFA
Jinên êzdî yên ku li cem eqrebeyên xwe yên li Wêranşehrê dimînin ji bo nasên xwe yên ku li welêt mane digrîn.
Hin êzdiyên ku ji ber êrîşên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) revîn ü xwe sipartin Tirkiyeyê niha li Burç û Bozcaya gundên Wêranşehrê li cem merivên xwe dimînin.
Êzdiyan ji bo alîkariyan ji rayedarên Tirkiyeyê û eqrebeyên xwe re sipas kirin û ji rayedaran xwestin ku eqrebeyên wan ên ku li Iraqê man û haya wan jê tune jî bînin Tirkiyeyê.
Ji jinan Gewrê Qasimê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew tiştên ku hatine sarê wan meriv nikare qalê bike û peyv têrê nakin.
Qasimê destnîşan kir mecbûr maye ku bi 7 zarên xwe ve di bin tavê de 100 kîlometre bimeşe û wiha axivî:
"Em li welatê xwe di nav aramiyê de dijîn. Bi êrîşan ve jiyana me guherî. Her kes ji bo ku xwe xilas bike ji herêmê revî. Hin kesan zarên xwe li wir bîra kirin. Hin kal, pîr û zarok ji ber tîbûnê mirin. Em di bin germahiya 50 pileyî de meşiyan û hatin Tirkiyeyê. Em nizanin ka em ê di pêşerojê de çi bikin."
Ebdil Hesen jî diyar kir ku 3 eqrebeyên wî bi destê DÎŞIyê hatine kuştin.
Hesen destnîşan kir ku piştî êrîşan herêma Şengalê bûye xirabe û ew jî bi 5 zarên xwe ve ji herêmê revî û hat Tirkiyeyê.