Zarokên digel malbatên xwe ji welatên xwe revîn û hatin li konbajarên Sirûca navçeya Rihayê bi cih bûn, li vir di nav şert û mercên dijwar de dijîn.
Her çiqasî şert û mercên jiyana konbajar bi hatina zivistanê re dijwartir bibe jî zarok, ji her tiştî bê xeber bi ken û kêf dileyîzin û dijîn.
Hin penaber li bal xizmên xwe hin jî di warên ku Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acîl û Afatê ya Serokwezîriyê (AFAD) ji bo wan amade kir de, bi cih bûn û ji wê demê heta niha li vir dijîn.
- Zarokên ji mal û welatê xwe dûr di nav şert û mercên dijwar de dijîn
Li Dibistana Herêmî ya Leylî ya Sirûcê 3 hezar û 500 penaber dimînin. Zarok di dibistanê de dijîn, ji aliyekî ve jî alîkariyê didin malbatên xwe. Zarokên ku di piyên wan de pêlav jî tunene, bi piyên pêxwas avê dikşînin konan.
Jiyana zarokan dijwar be jî, lîstikê ji bîr nakin; piştî alîkariya malbatê diçin baxçeyê dibistanê bi pêlîstokan dileyîzin.
Nêzî du mehan berê li Kobanêya ser Helebê, di navbera hêzên DÎŞI û hin komên kurd de şer û pevçûn gurtir bû, bi qasî 200 hezarî jin û zarokên li herêmê dijiyan mecbûr man ku ji herêmê koç bikin Tirkiyeyê.