08 Sibat 2017•Rojanekirin: 13 Sibat 2017
VAN
Li Wanê keştiyên masîgiran di gola Erçekê de ji ber cemedê mehsur man.
Gola Erçekê ya li Ozalpa navçeya Wanê ji ber sarma û seqemê cemed girt. Hin keştiyên ku rexê golê ji ber cemedê mehsur man.
Ji masîgiran Kemal Baglayici got ku wan ji bo xilaskirina keştiyên xwe kedeke mezin da û wiha axivî:
"Par jî cemed hebû lê hin stûr nebû. Îsal şikandina cemedê pir zor e. Ev 3 roj in em nikarin keştiyên xwe ji golê derxin. Lê belê keştiyên xwe bi xebateke zehmet jî be em ê derxin."