Masiya încî kefalê tekane cureyê masiyan e ku di gola Wanê de dijî. Ji bo ku koka van masiyan neqele di navbera 15 nîsanê û 15ê tîrmehê de girtina masiyan tê qedexekirin. Bi vî awayî masî koçî ava şêrîn dikin û li wir hêk dikin.
Derhênerê Dîtbarî yê Komelaya Çavdêrên Xwezayê û Binê Avê Tahsîn Ceylan û Fakulteya Berhemên Avê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê bi hev re xebatek dan destpêkirin. Li gor vê xebatê Tahsîn Ceylan û Hîndekarê Zanîngeha Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Mustafa Sari bi hev re di binê avê de dîmenên masiyan dikşînin û hewl didin ku der barê koça wan de zêde agahiyan bi dest bixin.
Koça masiyan herî zêde li herêma Delîçaya Ercîşê baş tê şopandin. Prof. Dr. Mustafa Sari ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ava gola wanê bisoda ye û ji ber vê masî diçin avên şêrîn û li wir hêk dikin.
Prof. Sari wiha axivî: "Mamoste Tahsîn bi kamerayê ve dîmenên masiyan dikşîne. Em bi saya wî koça mesiyan, hêkkirina wan, ref bi ref çûyîna wan dibînin. Bi vî awayî em ê agahiyan hildin da ku baştir bikarin wan biparêzin."
Derhêner Ceylan jî wiha axivî: "Em herî baş li Delîçayê dîmenan dikşînin, ji bo ku koka van masiyan neqele divê bên parastin. Ez dixwazim keda min jî ji bo xweza û jiyanê hebe û ji bo wê ez dîmenan dikşînim. Ji bo pispor û zanyaran gol laboratuvarek e."