Nihat Kavşut
05 Gulan 2017•Rojanekirin: 09 Gulan 2017
BATMAN
Koçerên li Batmanê bi hatina biharê ra amadehiyê dikin ber bi zozanên li Rojhilatê Anadoluyê va derkevin rê.
Koçerên dema payîz û zivistan tê li Demirbileka gundê Batmanê konên xwe datînin û tê da bi cî dibin bi germbûna hewayê ra amadehiyê dikin koçî zozanên li Hekariyê bikin.
Koçerên dest bi amadehiyên derketina zozanan kirin, piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj ji ser Sêrtê ra diçin zozanên li Hekariyê û qederê 6 mehan li vir dimînin.
- "Em ê peya herin Hekariyê"
Halît Kaptanê 70 salî yê 12 zarokên wî hene daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir 5 meh ewil hatine Demirbilekê û di konan da dijîn.
Kaptan destnîşan kir hefteya bê wê ji bo derkevin zozanan bi rê bikevin û wiha got: "Em ê ber bi Sêrtê va derkevin rê. Li wir em ê ji ser pireya Ridwanê ji çemê Botanê derbas bibin herin Perwariyê û ji wir jî bi peya herin Hekariyê."
Halît Kaptan diyar kir li zozanên Sêrtê hatiye dinyayê û di nav zozan û deştê da mezin bûye û wiha xeberda: "Emrê min di kon, şikeft û di nav heywanan da derbas bû. Em koçer in, karê me ev e. Havînê derdikevin zozanan û zivistanê jî diçin deştê û ciyên germ."
Davudê kurê Halît Kaptan destnîşan kir emrê wan bi rê da derbas dibe û got em peya diçin zozanan û di nav çiya û deviyan da dimeşin.
Serhat Aksoyê koçer jî destnîşan kir di navbera deşt û zozanan da dijîn.