Abdullah Tel
10 Tebax 2018•Rojanekirin: 11 Tebax 2018
ŞANLIURFA
Kesên ku li Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bi karên turîzmê ra eleqedar in ji bo eleqeya turîstan a li ser herêmê zêde bikin hewl didin.
Di nav wan projeyan da Kurtalan Ekspres a di qada çûn û hatina rêhesinê ye ku bi salan e ji bo herêmê xizmetê dide jî wê cih bigire.
Kurtalan Ekspers ji paytext Enqereyê dest pê dike û rêya bi qasî 1212 kîlometreyî di nav 23 saetan da xilas dike. Di dema seferekê da trên li 7 bajar ji 70yî zêdetir rawestgehan disekine û li herêmê kesên bi karên turîzmê ra eleqedar in ji bo ji vê ekspresa dîrokî îstifade bikin û bi kêrî turîzma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bînin dest bi kar û xebatê kirin.

Ji hin deverên ku Kurtalan Ekspres jê derbas dibe wê otobus dest bi seferan bikin.
Turîstên xwemalî û biyanî li rawestgeha dawîn a Kurtalan Ekspresê ya ku li Batmanê ye wê peya bibin û bi otobusan dest bi gera li herêmê bikin û li Diyarbekirê careke din wê bikaribin li trênê siwar bibin.

Bi vî awayî kesên hatine herêmê wê deverên siruştî û dîrokî di çarçoveya tûra ji 5rojan pêk tê da bigerin.
Tûra ewil a ku wek ceribandin bi pêşîkêşiya Yekîtiya Acentayên Gera Tirkiyeyê (TURSAB) hat organîzekirin ji hêla ziyaretvanan va gelekî hat ecibandin û li ser vê ev yek ji payîzê pê va bi pergal dest pê bike.

- "Bajar nêzî hev in"
Serokê Odeya Rêberên Turîstan ên Herêmî Muslum Çoban daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Tirkiyeyê ji tiştên di rewacê da ne yek jî gera bi trênê ye.
Çoban destnîşan kir ku kesên dixwazin rêwîtiyeke cihê bikin wê eleqeyê nîşanî seferan bidin û wiha dewam kir: "Turîstên xwemalî û biyanî gelekî eleqe nîşanî Dogu Ekspresiyê dan. Heta temînkirin bilêtan gelek zehmet bû. Li herêmê jî Kurtalan Ekspres heye. Bi taybetî wê Batman, Diyarbekir, Mêrdîn, Şanliurfa û Gazîantep daxilî vê tûrê bê kirin."
Serokê Lijneya Birêvebirina Herêmî ya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê yê TURSABê Şemsettin Yildiz jî destnîşan kir ku ji bo pêşketina herêmê ya ji destê wan tê dikin.
Yildiz ragihand ku bi saya xebatên ku ji bo turîzmê li herêmê tên kirin wê bala gerokan a li ser herêmê zêdetir bibe.