Abdullah Söylemez, Günay Nuh
28 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2026
Mija ku li Agirî û Erdexanê çêbû, bandoreke neyînî li jiyanê kir.
Li Agiriyê barana gur a ku şev barî, destê sibê sekinî û mij çêbû.
Ji ber mijê li ser rêya navbera Agirî û Elaşgirê mesafeya dîtinê kêm bû, şofêran bi zehmetî wesayîtên xwe ajotin.
Mija ku Deşta Agiriyê nixumand, li gundan dîmenên xweş derxist holê.
Dîmenên gund û çiyayên ku bi mijê nixumîne, bi dronê hatin kişandin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî mija ku navenda bajêr rapêça, serê sibê bandora xwe nîşan da.
Ji ber mijê mesafeya dîtinê kêm bû.