Ömer Yasin Ergin,Fecri Barlık,Halil İbrahim Sincar
02 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2022
Ji mizgeftên li başûrê rojhilatê welêt dengê zarokên ku diçin qursa Qur'anê olan dide.
Her sal bi hezaran zarok diçin mizgeftan da ku hînî Qur'anê û ilmên dînî bibin.
Îsal jî Serokatiya Karên Diyanetê bi naveroka "Hadê Bireve Were, Mizgeft Bi Te Xweş e" û "Tetîla Havînê Hat, Dem Dema Hînbûna Qur'anê ye" xebateke qursên Qur'anê da destpêkirin.
Ev qursên ku wê heta 26ê tebaxê dewam bikin li herêmê eleqeyeke mezin dibînin.
Li Diyarbekir, Mêrdîn û Sêrtê bi hezaran zarok diçin mizgeftan ku hînî Qur'anê bibin û li gel wê çalakiyên çandî û sporê jî bikin.

- Diyarbekir
Li Diyarbekirê li 2 hezar û 298 navendên ji mizgeft û qursan pêk tên 35 hezar zarok perwerdeyê dibînin.
Miftiyê Bajêr Lutfu Îmamoglu ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand eleqeyeke mezin ji bo qursan heye, par 46 hezar xwendekar hebûn, lê îsal armanca wan ew e ku 50 hezar zarok bên û perwerdeyê bibînin.
Îmamoglu got ew Qur'anê, nimêjê, diayên kin, agahiyên der barê Pêxember û milyaketan da hînî zarokan dikin û wiha dewam kir: "Di serî da Mizgefta Mezin li hemû mizgeftên me qursên Qur'anê yên havînê dewam dikin. Malbatên wan dema zarokên xwe dibin wan mizgeftan hesteke menewî jî bi wan re çêdibe ku ew jî girîng e. Xwedê hejmara wan zêde bike."

- "Ez ji hemû hevalên xwe ra pêşniyaz dikim"
Îbrahîm Oncelê 10 salî yê ku diçe qursê got ew him perwerdeyê dibîne û hem jî kêfxweş dibe û wiha axivî "Dibistan xelas bû, ji ber wê em tên mizgeftê. Roja min pir xweş derbas dibe. Ez ji hemû hevalên xwe ra pêşniyaz dikim."
Sudenaz Karacaya 12 salî jî got qurs gelekî baş derbas dibe û ew ji her kesî ra pêşniyaz dike.
- Mêrdîn
Li Mêrdînê mizgeftên dîrokî jî di nav da li 1100 cihan tê texmînkirin ku wê 30 hezar xwendekar perwerdeyê bibînin.
Miftiyê Bajêr Alî Hayrî Çelîk got qasî 26 hezar zarok tên qursan û wiha axivî: "Zarokên me pir bi kelecan in. Hem kêfxweş dibin û hem jî hînî Qur'ana Pîroz û agahiyên dînî dibin. Mêrdîn bajarekî qedîm û dîrokî ye. Li vî bajarê şaristaniyê mizgeftên me yên qedîm hene. Zarokên me di van mizgeftên dîrokî da şahiya hînbûna Qur'anê dikin. Îsal eleqeya mizgeftan zêde ye. Înşallah em ê hewl bidin dînê xwe hînî zarokan bikin."

Xwendekar Şeyhmus Gumuş jî got ew 2 sal e nedihatin mizgeftê, lê niha tên ku hînî Qur'anê bibin û spasiya seydayên xwe kir.
- Sêrt
Li Sêrtê jî bi dehan mizeftan qursên Qur'anê hene ku yek ji wan jî li Mizgefta Mezin ya 893 sal berê hatiye çêkirin dewam dike.

Îmamê Mizgefta Mezin Nezîr Obut kêfxweşiya xwe anî ziman ku zarok tên qursê û wiha axivî: "Emê di nav 2 mehan da li mizgefta xwe Qur'ana Pîroz hînî zarokên xwe bikin. Ji bilî vê, em ê behsa exlaqê Pêxemberê me jî bikin. Bi qursên havînê va mizgeft şên bûn."
Xwendekar Ufuk Uygunê 12 salî got ew kêfxweş e ku tê qursê û anî ziman ku ew bi saya seydayên xwe hînî Qur'anê dibe.
Xwendekar Latîf Erdemcî jî got li qursê hevalên wî yên nû çêbûne û wiha axivî: "Em hînî nimêj û Qur'anê dibin. Ez pir kêfxweş im. Gelek hevalên min ên nû çêbûn. Dema ez hatim mizgeftê pir kelecan bûm û kelecana min hê jî dewam dike."