İbrahim Toprak,Şahin Seçen
14 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2025
Bi Projeya Çalakkirina Bikaranîna Eraziyên Çandiniyê (TEKA) ya ku ji hêla Midûriya Giştî ya Hilberîna Nebatî ya Wezareta Çandinî û Daristanê va tê birêvabirin li Batmanê bi hîbeya ji sedî 75an va 152 ton tovê nîskan 210 cotkaran hat belavkirin.
Walî Ekrem Canalp di merasima ku li baxçeyê Midûriya Çandinî û Daristanê hat lidarxistin da axivî û got ku bila proje ji bo cotkaran bi xêr be.
Canalp diyar ku li Batmanê salane 34 hezar ton nîsk tê hilberîn û da zanîn ku kapasîteya depokirinê jî 4 hezar ton e.
Canalp qal kir ku nîskên nayên depokirin ji bajarên din ra tê şandin û da zanîn ku heke li Batmanê bajarê lojîstîkê bê avakirin dê hemû berhemên tên hilberîn li vir bê depokirin.
Canalp got ku "Em ê 33 hezar tonê ku hildiberînin hemûyî li bajarê lojîstîk depo bikin. Em ê li fabrîqeyên OSByê ya Îxtisasa Xurekê ya ku dê li kêleka bajarê lojîstîk bê avakirin jî miameleyên pakêtkirinê bikin û berhemên li vir tên hilberîn ji her derê Tirkiyeyê ra bişînin."
Necdet Tuncerê Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr jî di bernameyê da axivî.
Piştî axaftinan tovê nîskan li cotkaran hat belavkirin.