İbrahim Torlak
27 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2023
BATMAN (AA) - Li Kercosa navçeya Batmanê ji ber ku germahiya hewayê li jora asta normal ya demsalê ye, hinek ji darbehîvan kulîlk vedan.
Edîp Turgutê ku li gundê Yuceyê karê cotkariyê dike, anî ziman ku îsal darbehîvan berî wextê xwe kulîlk vedan.
Turgut destnîşan kir ku baran nabere û heke hişkahî bidome dê rewşa wan nebaş be û got, "Weke asayî meha adarê darên behîvan kulîlk vedidin. Lê îsal ji ber ku di meha çileyê de kulîlk vedan dê kêmber bin. Em di meha sermayê de ne lê darbehîv bi germa derewîn xapiyan û kulîlk vedan. Heke qeşa û qir bikeve dê zirarê bide darbehîvan."