Ahmet Aydın
12 Hezîran 2017•Rojanekirin: 13 Hezîran 2017
BATMAN
Serokayetiya Wîlayeta Batmanê ya Weqfa Birlikê, alîkariya cilûbergan da 50 sêwiyî.

Sekreterê Weqfa Birlikê yê Şaxa Batmanê Nurullah Tuzun di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku bi boneya meha remezanê 50 sêwî, li dorî daxwazan, ew bi cil kirine.
Tuzun anî ziman ku sêwî ji Xwedê emanet in û wiha pê de çû:
"Projeya me ya ku ji aliyê weqfa me ve bi diruşma 'Nuha Dema Yekîtiyê ye' dest pê kiriye û me ji xwe re kiriye weke adetê kê, berdewam e. Îro me cilûberg ji 50 sêwiyî re kirîn. Me ji wan re tîşort, pantor û pêlav kirîn. Alîkariyên me bi vî şiklî berdewam in.