Haydar Şahin
22 Hezîran 2017•Rojanekirin: 28 Hezîran 2017
ÎSTANBUL
Li Tirkiyeyê di rojê da hezar ton peqlewe tê firotin û li bendê ne ku di eydê da 3-4 hezar ton peqlewe bê firotin.
Li gor qeliteyê bihayê cureyên peqleweyê diguhere, kîloya peqleweya baş bi 60 lireyî, kîloya peqleweyeke normal jî bi 20 lireyî tê firotin.
Serokê Komeleya Firinên Peqlewe û Şirînahiyê Mehmet Yildirim daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di meha remezanê da karê wan zêde dibe, li Tirkiyeyê di rojê da hezar ton peqlewe tê firotin, hema bêje 200-220 tonê vê li Stenbolê tê firotin, di meha remezanê da eva reqema ji sedî 80 zêde dibe.
Yildirim wiha axivî: "Peqlawe her tim siltana ser sifreyan e. Di remezan û eydê da gelekî tê tercihkirin. Xêrîdar ji roja erefatê dest pê dikin peqleweyê dikirin. Em texmîn dikin ku bi tenê di eydê da li Tirkiyeyê 3-4 qat ji rojên din zêdetir peqlewe bê firotin. Em li bendê ne ku li Stenbol jî di rojekê da hezar ton peqlewe bê firotin."