08 Gulan 2017•Rojanekirin: 09 Gulan 2017
MUĞLA
Li Bodrumê di kamerayên sîteyekê de hat dîtin ku du berazên wehş ji bo xwarinê daketin bajêr û ketin sîteyê.
Du berazên ku li taxa Cumhuriyetê ketin sîteya Kalekonutê di kamerayê de hatin dîtîn. Beraz nîvê şevê ketin kuçeyên sîteyê û konteynirên çopê tevlîhev kirin, li nav baxçeyên hin malan li xwarinê geriyan.
Berazên wehş nêzî du saetan li nav baxçeyan geriyan, derketin ser dîwaran û piştre winda bûn.