Elif Orhan
01 Îlon 2019•Rojanekirin: 03 Îlon 2019
Li Sêrtê ciwan dawiya hefteyê li Çemê Botanê ya ku wek Parka neteweyî hat îlankirin kêfa raftîngê dikin.
Ciwanên dixwazin ku ji kelegerma havînê xilas bibin û hênik bibin di Çemê Botanê raftîngê dikin.
Ji ciwanan Dogukan Aydin got ji bo ku ji keleqija havînê xilas bibin di çemê Botanê da raftîngê dikin.
Aydin diyar kir ku raftînga di çem da mirov kêfxweş dike û got ku "Çemê Botanê birastî jî gelekî xweş e. Tam cihê hênikbûnê ye. Em bi hevalên xwe ra vê dawiya hefteyê hatin vir. Bi rastî jî gelekî xweş bû. Em dixwazin ku turîstên biyanî û herêmî bên û di vê çemê da raftîngê bikin."
Mesut Kara jî diyar kir ji ber ku li bajêr li cihekî evqas newaze raftîngê dikin gelekî kêfxweş in û wiha axivî: "Em demên gelekî xweş derbas dikin. Li bajarê me derfteke evqas bikêf heye û ev yek ji bo me şensek e."