Göksel Cüneyt İğde,Mehmet Emin Gürbüz
01 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2024
Li bihûrê rêbeja D-100ê ya Çiyayê Boluyê mij û baranê mesafeya dîtinê kêm kir.
Li wê deverê ji nîvê şevê pê va baranê lê kir û serê sibehê mij çêbû.
Li bihûrê Duzceyê ya wê guzergehê li texmên Karanlikdere, Bakacak, Biçkiyani, Kaynaşliyê ji ber mijê mesafeya dîtinê kêm bû.
Li hêla Boluyê jî li texmên xaçerêya Abantê, Elmalik û Polîseviya Çiyayê Boluyê jî mij û baran hebû.
Ekîbên Rêbejan, polês û cendirmeyan li herêmê ku seferên rîngê dikirin di warê trafîkê da hişyarî dan ajovanan.
Ji aliyê din va li navendên bajarên navborî jî baran bi bandor bû.