Ahmet Kaplan
07 Gulan 2021•Rojanekirin: 08 Gulan 2021
Li Diyarbekira bajarê dîrokî ya ku mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye niha ji ber sînordarkirina derketina derva cî û warên dîrokî xalî ne.
Di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê da welatî ji malê xwe dernakevin û Sûra navçeya navendî û dîrokî ya Diyarbekirê jî ku gelek cî û warên dîrokî li ser xwe dihewîne.
Li kuçe û kolanên bajêr ji bilî kesên destûra wan heye kes dernakeve derva û li cihên dîrokî û çandî yên wekî Bircên Diyarbekirê yên di Lîsetaya Mîrateya Çandî ya Dinyayê ya UNESCOyê da cî digirin, Mizgefta Mezin a 5emîn Harema Şerîf a Îslamê tê qebûlkirin, Mizgefta Hezretî Silêman, Kompleksa Muzeya Îçqeleyê û Pireya Dehderî jî bêdengî heye.