Cüneyt Çelik, Hüseyin Demirci, Günay Nuh
10 Nîsan 2026•Rojanekirin: 10 Nîsan 2026
Li Qersê êvarkî berf barî û ji ber berfê navenda bajêr sipî bû.
Piştî berfê avahiyên dîrokî yên li bajêr bi berfê xemilîn.
Ekîbên Şaredariya Qersê dest bi xebatên paqijkirina berfê kirin û hin welatiyan berfa li ber dikanên xwe paqij kir.
Li navçeya Sariqamîşê jî berf barî, dar û ber ji berfê sipî bûn. Welatiyan berfa li ser wesaît û li ber dikanên xwe paqij kir.
- Erdexan
Li Erdexanê jî ji duh vir va berf dibare.
Piştî berfê navenda bajêr û bi taybetî jî deverên bilind bi berfê sipî bûn.