Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar bi di bin sifirê de 15 pileyî ve li Erdexanê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin bidestxistin herêm di bin tesîra hulmegûra nizm a ku ji aliyê Behra Sipî ya Navîn tê de ye û ji ber vê yekê jî hewayê li gor demsalê normal be.
Li herêmê bi şev hewa li Erdexanê di bin sifirê de 15 pile, li Agirî û Qersê di bin sifirê de 12 pile, li Erziromê di bin sifirê de 9 pile, li Ezircanê di bin sifirê de 4 pile û li Îdirê di bin sifirê de 3 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin îro li herêmê rewşa hewayê wiha be; li Îdirê 8 pile, li Ezircanê 6 pile, li Agiriyê 3 pile, li Erzirom û Qersê pileyek, li Erdexanê di bin sifirê de 2 pile.
Qalindahiya berfê li bihura Çiyayê Kopê 6 santêm, li Çiyayê Palandokenê 8 santêm hat pîvandin.
Germahiya hewayê bi qasî 6 pileyî zêde bû û ji ber vê yekê jî li bendê ne ku vê hefteyê baran bibare.