İbrahim Atmaca
06 Hezîran 2019•Rojanekirin: 08 Hezîran 2019
Li navçeya Erdîşê zar û xort bi çîçekên ku li nav zevî û çol û mexelan berhev kirin va çûn eydana kal û pîrên ku li Navenda Xwedîkirin Rehabîlîtasyon û Şêwirmendiya Malbatê ya Erdîşê dimînin.
Tekîn Parlakê ku li navendê dimîne daxuyanî da û got ku ew bi ziyareta zar û keç û xortan kêfxweş bûn.

Parlak spasiya zarokên ku çûn eydana wan kir û wiha dewam kir, "Em ji derfetên ku dewleta me dane me qaîl in. Zar û keç û xortan jî di vê roja eydê da em jibîr nekirin."

Xwendekarê Zanîngehê Furkan Elbîr jî got ku ew ji bo eydê hatiye welatê xwe Wanê û wiha dewam kir, "Piştî ku me eydana malbata xwe kir, em hatin eydana kal û pîran. Me ji wan ra çîçek û çîkolata anî. Ji vir şûnda em ê her sal kal û pîran ziyaret bikin."